Şaredarî piştgiriya Klûbên Sporê yên Amator dike

Şaredariya Bajarê Mezin bi slogana “Piştgirî ji Me Serfirazî ji We” projeyek bo destekdana Klûbên Sporê yên Amator da destpêkirin û 1 milyon û 200 hezar TL destek 207 klûban. 

Şaredariya Bajarê Mezin bi slogana “Piştgirî ji Me Serfirazî ji We” projeyek bo destekdana Klûbên Sporê yên Amator da destpêkirin û bi vê mebestê li Navenda Çandê û Kongreyan merasîmek li dar xist.

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Sekreterê Giştî Muhsîn Eryilmaz, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Fermandarê Bajêr ê Cendermeyan Tuxgeneral Mustafa Erdem, serekên daîreyên şaredariya bajarê mezin, Serokê Federasyonên Klûbên Sporê yên Amator ên Diyarbekirê Remzî Dayan, serekên klûbên sporê yên amator û sporbaz di branşên cur bi cur de beşdarî vê merasîmê bûn.  

Bermane bi rêzgirtin û xwendina Siûda Mîlî dest pê kir. Serokê ASKFê Remzî Dayan axaftinek kir û spasîya Şaredariya Bajarê Mezin û Waliyê Diyarbekirê kir. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu jî di merasîmê de bal kişand ser giringîya destekkirina spora xwecihî û behsa projeyên Şaredariyê bo kerta werzîşê kirin.  

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30