Print this page

Qeydên bo kursên şanoyê dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şanohezan kursa şanoyê dide destpêkirin, kurs ji bo kesên di ser 15 saliyê re ye û tê de dê bi pratîkê dersa şanoyê hebe.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kesên di ser 15 saliyê re kursa şanoyê vedike. Qeydên bo kursê îro dest pê dikin û roja înê bi dawî tên. Kurs dê 3 mehan berdewam bin û heçî kesê dil heye ji van kursan sûdê werbigirin dikarin serlêdana xwe li Navenda Çandê û Kongreyan bidin. Di kursê de, bi pratîkî dê der barê hunera şanoyê de beşdar bêne elimandin.

Kursa şanoyê ya bi pratîkî dê 90 rojan bidome û di encamê de dê serkeftiyê kursê bi sertifikaya MEBê bên xelatkirin.