Print this page

Walî Guzeloglu di bernameya Zanîngeha Dîcleyê de

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, beşdarî bernameya Vekirina Sala Perwerde-Hîndekarîya Akademîk a 2019-2020ê ya Zanîngeha Dîcleyê bû. 

Bi boneya vekirina serdema Perwerde-Hîndekarîya Akademîk a 2019-2020ê ya Zanîngeha Dîcleyê li Navenda Çandê û Kongreyan ya Zanîngeha Dîcleyê merasîmek hate lidarxistin. Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul, Rektorê Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Mahmet Ak, Qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, Fermandarê Cendermeyan ê Bajêr Tuxgeneral Mustafa Erdem, nûnerên saziyên civaka sîvîl, hîndekar û xwendekar di bernameyê de amade bûn.

Bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê re bernameyê dest pê kir, koruya Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê bo amadebûyiyan stran pêşkêş kirin. Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul, der barê giringiya rojê de axaftinek kir, pişt re jî Walî Hasan Basrî Guzeloglu der barê perwerde û giringiya wê de axaftinek kir.