Peyama Walî Guzeloglu bo Mewlûdê

“Pêxemberê me Hz. Mihemed (S.X.L) bo aleman wek rehmet hatiye hinartin, em gelekî bextewar in ku em gihîştine Şeva Mewlûdê, ev şev mizgîniya hatina pêxemberê me dide.

Pêxemberê me (S.X.L) ji bo hemû mirovahiyê wek qasidê rehmet û dilovaniyê hatiye hinartin, ew, li ser rûkê erdê tîmsala exlaqê qenc û dadmendîyê ye, bo mirovahiyê nûrekî rênîşander e, ew çirayek e tu car venamire.  

Gava em bixêrhatina pêxemberê xwe (S.X.L) pêşwazî dikin, divê em îmana wî, jiyana wî ya teatê, exlaqê wî yê berz û pak, hiqûqa wî ya biratiyê û dadmendiya wî dîsa bînin bîra xwe û di rewşa hezkirin, hurmet û xweşbîniyê de hevgirtina xwe xurt bikin.

Bi wesîleyê, ev şeva pîroz, em hêvîdar in ku duayên me yên bo vî welatê me yê dilan û hemû mirovahiyê bên qebûlkirin, Xwedê aramî û xweşiyê bibexşîne ser vî welatê me yê dilan û hemû mirovahiyê, bi vê daxwazê, di serî de şeva Mewlûdê li xelkê Diyarbekirê pîroz dikim û bila ev şev bi xwe re xêr û bereketê bîne.”

 

Hasan Basri Guzeloglu

Waliyê Diyarbekirê

Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30