Walî Guzeloglu bo Diyarbekirek hêşîntir şitilên daran çandin

 

 

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di çarçoveya kampanyaya Wezareta Çandinî û Daristanê de bi slogana “Hilmê Bide Siberojê” bi mebesta Diyarbekireka hê hêşîntir li ber Fakulteya Beyterî ya Zanîngeha Dîcleyê ajarên daran daçikandin. 

Wezareta Çandinî û Daristanan bi slogana “Hilmê Bide Pêşerojê” mebest e ku li seranserê welêt 11 milyon daran biçîne. Bi vê boneye li Diyarbekirê jî helkefta darçandinê pêk hat. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi vê mebestê şitilên daran li ber Fakulteya Beyterî ya Zanîngeha Dîcleyê çandin.  

Walî Guzeloglu, aşkere kir ku ew ê bi munasebetên cihê cihê li bajêr 300 hezar daran biçînin û di bernameya darçandinê de, gelek kesayet û navdarên bajêr amade bûn.