Şaredarî xebatên asfaltê didomîne

Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazîyê û Çêkirin û Çaksaziya Rêbiwaran a Şaredariya Bajarê Mezin xebatên asfaltkirinê li gund û taxên bi ser navçeya Farqînê berdewam dike.

Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazîyê û Çêkirin û Çaksaziya Rêbiwaran a Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên li ser rêyên gundan bêrawestan didomînin. Ekîbên şaredariyê li navçeya Silîva, rêya gundên Yeşilbahçe. Şanlı, Çiftlik, Eşme, Sağlık, Tokluca, Görmez, Gökçay, Yolarası, Kıbrıs, Bereket û Sulakê qîr dike.  

Ekîbên ku xebata asfaltkirina rêya gundên Farqînê dike, heman wext rêya komelî ya Bismil-Babaheqî gihande hev û rêua Bismil-Batmanê ya dewletê jî xiste ber xizmetê.