Guzeloglu: Em ê 100 xwendekaran bişînin gera derveyî welat

 

Bi beşdariya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û Midûrê Perwerdeya Bajêr Doç. Dr. Feysel Taşçier protokola “Piştgiriya Perwerdeyê” di navbera Şaredarî û Midûrtiyê de hate îmzekirin. Walî Guzeloglu di merasîma îmzekirinê de aşkere kir ku ew ê 100 xwendekarên serkeftî bo ger û geştekê bişînin derveyî welêt.  

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Midûrtiya Perwredeya Bajêr de protokola “piştgiriya perwerdeyê” hate îmzekirin. Prortokol di navbera Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û Midûrê Perwerdeya Bajêr Doç. Dr. Feysel Taşçier de hate îmzekirin. Bi vê protokole xwendekarên pola 8 heta 12ê dikarin jê sûdê werbigirin û ji bo wan ezmuna ceribandinê bête kirin. Materyalên dersan dê bi stû şaredariyê ve be. Merasîma îmzeyê li Salona Konferansan a Lîseya Fenê ya Cumhuriyetê hate kirin û ligel Walî Guzeloglu, sekreterê giştî yê şaredariyê Muhsin Eryilmaz, mamoste û xwendekar tê de beşdar bûn.

Guzeloglu, ji aliyê beşdaran ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Piştî îmzekirina protokolê Walî Guzeloglu der barê giringîpêdana perwerdeyê de axaftinek kir û aşkere kir ku ji bo morale bidin xwendekaran ew ê 100 xwendekarên serkeftî bi geşt û gereke derveyî welêt xelat bikin.