Print this page

Şaredarî perwerdeya ewlehiya kar dide

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta rêlibergirtina qeza û nexweşiyên di kar de ji bo xebatkarên xwe yên karmend, karker û peymanber perwerdeya ewlehiya kar dide.   

Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta rêlibergirtina qeza û nexweşiyên di kar de ji bo xebatkarên xwe yên karmend, karker û peymanber perwerdeya ewlehiya kar dide. Di perwerdeyê de, tixûbên xeternak di kar de ku ji aliyê Wezareta Malbat, Xebat û Civakî ve hatine desnîşankirin tên bibîrxistin û perwerde li ser wê binemayê tê dayîn.

Perwerde li Navenda Çandê û Kongreyan tê pêkanîn û karmend, karker û peymanberên şaredariyê tê de beşdar dibin.