Peyama Guzeloglu der barê ‘Roja Astengdaran’

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu der barê 3ê Berfanbarê Roja Astengdaran a Cîhanê” de peyamek weşand.

3ê Berfanbarê ji aliyê Neteweyê Yekgirtî ve wek Roja Astengdaran a Cîhanî hatiye qebûlkirin, ji bo der barê birayên me yên astengdar de hişyarî û zanebûna civakî çêbe ev dîrok giring e. Ev roja taybet, giring e ku civak bi derd û rewşa wan bihese, bihêle ew jî di nav standartên bilind ên jiyanê de bin û civakê jî hay ji maf û rewşa wan hebe, ji bo vê yekê ev fersendeke baş e.   

ji bo welatiyên me yên astengdar bi awayekî çalak bikevin nav jiyana civakî, ji yeksaniya fersendan sûdê werbigirin û bêyî çi neheqî li wan bibe mafên wan bêne parastin erkeke sereta ye. Ku astengdar di nav civakê de hebûna xwe nîşan bidin, bêguman bo civakê dewlemendî ye û dê civakê xurttir bike.     

Divê em hêsankariyê di jiyana wan de bikin, rê bidine wan ku bi civakê re pev bigirin, bi çavekî tijî hêvî berê xwe bidine siberojê, ev yek dê hestên me yên hevgirtin û alîkariyê jî geştir bike. Divê em ji bîr nekin, ku em hemû yek ji berendamên astengdariyê ne.

Bi van hest û dilan ez Roja Astengdaran a Cîhanî li hemû welatiyên astengdar pîroz dikim, min divê bidim zanîn ku divê em ne rojekê her roj bi wan re bin, ez silav û hurmeta xwe pêşkêş dikim.

Hasan Basrî GUZELOGLU
Walîyê Dîyarbekirê
Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31