DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

 

 

DER BARÊ NÛKIRINA PEYMANA LÎSA ÇALANÊ DE

Di hin malperên nûçeyan û hesabên medyaya civakî de hate gotin; “Lîsa Çalan ku di teqînekê de ji herdu lingên xwe seqet bû ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji kar hate bidûrxistin”  li ser vê Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyand ku Lîsa Çalan wek karmenda girêbest di bin banê wan de kar kiriye û der barê agahiyên jikaravêtinê de jî weha hate gotin.

Lîsa Çalanê di navbera 02.09.2019 û 16.10.2019ê de bi maweyê 45 rojan bê mazeret û hincet destura xwe bi akr anîye. Ligel wê der barê 3 xebatkarên ku rewşa wan eynî mîna wê ne, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî yasayên der barê karmendan de karmendek bêyî hincet tenê dikare 10 rojan neyê kar, wekî din divê sedemê nehatinê ji rêveberiya kargehê re diyar bike. Îja Lîsa Çalan jî 45 rojan nehatiye dewamê û rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin Peyman û girêbesta wê betal kiriye.

Ji çapemenî û raya giştî re

AKIN ERİM

ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN

CÎGIRÊ SEROKÊ DAÎREYA ÇANDÊ Û CIVAKÎ

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31