Print this page

DI RÊYA XIZMETÊ DE 100 ROJÊN DÎSKÎyê

 

 

Di daxuyaniya der barê xizmetguzariya 100 rojan bo Diyarbekirê ya DÎSKÎyê de Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu der barê xebatên DÎSKÎyê de daxuyaniyeke berfireh da û aşkere kir ku sala 2020ê ew ê di rêya xizmetguzariya bo Diyarbekirê de projeyên giring bo bajêr bi pêş bixin.  

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser xebatên 100 rojî yên DÎSKÎyê û projeyên bo sala 2020ê de amade bû.

Daxuyaniya çapemeniyê li otelekê li navçeya Peyasê hate lidarxistin û ligel Walî Guzeloglu, midûrê giştî yê DÎSKÎyê Ahmet Nacî Helvaci, serekên daîreyên DÎSKÎyê û xebatkarên çapemeniyê amade bûn.

Di daxuyaniyê de Walî Guzeloglu, der barê xebatên 100 rojî yên DÎSKÎyê di rêya xizmetguzariya Diyarbekirê de axivî û bal kişand ku gelek projeyên giring bo sala 2020ê li pêşiya wan hene.