Şaredarîyê bo astengdarên dîtinê perwerde kir

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 7-14 Kanûnê Hefteya Gopalê Spî ji bo astengdarên dîtinê “Perwerdeya Bizaftina Serbixwe” li dar xist. 

Gerînendetîya Xizmetên Astengdaran a bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 7-14 Kanûnê Hefteya Gopalê Spî, li Sumerparkê ji bo astengdarên dîtinê “Perwerdeya Bizaftina Serbixwe” li dar xist. Perwerde bêpere ye, astengdarên dîtinê dikarin tê de beşdar bibin û bi maweyê mehekê rojê saetekê dê bêt pêkanîn.

Di vê perwerdeyê de, armanc ew e, astengdarên dîtinê bikaribin bi derdora xwe re tevbigerin, xwe ji xetereyan biparêzin, nexşeya xwe ya zîhnî bi pêş ve bibin û çi bê gopal çi jî bi gopal bi rehetî bikaribin li deverên destnîşankirî hatin û çûyina xwe bikin.

Ev perwerde, nava hefteyê rojê 1 saet li Cihê Astengdar ê li Sumerparkê ji aliyê perwerdekar Mehmet Naim Akdogan ve tê dayîn. Perwerde dê heyvekê dewam bike.

Salname Lêgerîn

« Tebax 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31