Xwendekaran sehbêriya xwemalî ya astengdaran kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de xwendekarên li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin û li Şevewara Suleyman Bin Welîd dimînin, ligel kuafêrê şevewarê serdana Navenda Jiyana Çalak a li Park Ormaniyê dan û sehbêriya xwemalî ya astengdaran kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de xwendekarên li Zanîngeha Dîcleyê dixwînin û li Şevewara Suleyman Bin Welîd dimînin, ligel kuafêrê şevewarê serdana Navenda Jiyana Çalak a li Park Ormaniyê dan û sehbêriya xwemalî ya astengdaran kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê di beşên cur bi cur de xwendina xwe dikin hatin Kafe +1ê û bi astengdaran demeke xweş borandin. Paşê xwendekaran ligel koafêr karê qusandina ser û rîyê astengdaran bi encam da û paşê bi hev re bi xwaringeha Kafe+1ê firavîna xwe xwarin.

Bernameyên di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de her meh bi konseptên cihê cihê dê li Navenda Jiyana Çalak dewam bikin.