Zabite kontrolê ser otobûs û mînîbûsan dike

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo niştecihên bajêr xizmeteke baş ya siwariyê werbigirin li otobûsên taybet ên xelkê û mînîbûsan kontrolan pêk tîne.

Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin ligel ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Kontrolkirina Trafîkê ya Midûrtiya Asayîşa Bajêr, ji bo welatî xizmeteke baş ya siwariyê werbigirin, kontrolkirina bi otobûsên taybet ên xelkê û mînîbûsan berdewam e. Bi vê mebestê ekîban, li rawestgeha Esma Ocak a bi ser Cadeya Hindibaba ya navçeya Yenîşehrê û li Rawestgeha Dagkapi ya Cadeya Înonu ya navçeya Sûrê kontrola otobûsên taybet û mînîbûsan kirin.   

Ekîbên zabiteyê, di otobûsên taybet û mînîbûsan de bala xwe da paqijiyê, hejmara paldankan, reklamên bêdestûr, tupê ÅŸewatê û xusarên erebeyê. Karta danasîna ÅŸofêrê wesayitê û tarîfeya buhayê divê di wesayitê ve be, bêyî destûra ÅŸaredariyê ger erebe reklaman, afîşan, fotoyan hil ke ekîba mudaxele lê dike, ÅŸofêrên berê hiÅŸyarî li wan bûye û paxav pê nekirine jî ceza li wan tê birîn. Â