Print this page

Guzeloglu li qadê ye, Şaredarî ketiye seferberiyê...

 

Şaredariya Bajarê Mezin bi hemû ekîbên xwe, li meydanê ye û xebatên maliştina berfê dimeşîne. Çawa ku befir û pûkê bi ser bajêr de girt Şaredariya Bajarê Mezin li tevahiya bajêr bi 12 wesayitên xwe xizmetê dike. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu jî wexta befirê şidand dakete nav kuçeyan û serperiştiya xebatên maliştina berfê kir.  

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, xebatên ku ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirin û Çaksaziya Rêyan li seranserê bajêr bo maliştina berfê dimeşînin saxtî kirin û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.

Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirin û Çaksaziya Rêyan bi 6 wesayitên maliştina berfê û xwêkirinê, 2 wesayitên maliştinê, grêderekê û 3 wesayitên JCB bi giştî bi 12 wesayitan li bajêr xebatan dimeşîne.

Şaredariya Bajarê Mezin daxuyand ku hemû ekîbên wan di amadebaşiyê de ne û bang li welatiyan kir ku pirsgirêkek çêbibe bil ali xeta ALO 153 telefon bikin an jî bi rêya xeta WhahsApp 0501 121 21 21 kêşeya xwe binivîsin û ji şaredariyê re rabigihînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyên derbider û bêmal jî bila xwe bigihînin şaredariyê da ku li mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin bêne ezimandin.