Print this page

Şaredariyê peyarêk xwê kirin û maliştin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi barîna pûk û berfê ya duh ve ye rê û peyarêkan dimale, xwê dike û ji bo siwar û peya bi rehetî bikaribin tê de hatûçûna xwe bikin, xebatên xwe didomîne.

Li bajarê Diyarbekirê ji duh ve ye pûk û befir dibare, Şaredariya Bajarê Mezin jî ji bo welatî di barînê de tengav nebin bêrawestan xebatan dike. Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Çêkirin û Venêrîna Rê û Kordînasyona Binesaziyê û yên Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, ji bo welatî bi awayekî silametî rê û peyarêkan bi kar bînin, ji şivê dî ve ye xebatên maliştin û xwêkirina rêyan dimeşîne. 

Bi ser Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin 260 xebatkar bi amûrên malîna berfê yên biçûk ve sererêyan paqij dikin û ji bo şemitînê jî xwê li rêbiwaran dikin. Heçî ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Çêkirin û Venêrîna Rê û Kordînasyona Binesaziyê ne jî, befra li rêyan vêk dikeve dimale û rê li trafîkê xweş dike.

Ji bo welatî tengav nebin û çi mexdûrî çênebe, Şaredariya Bajarê Mezin bêrawestan dê bi xebata maliştin û xwêkirina rêyan mijûl bibe.