Semînera bo xwendekarên Mala Zanînê

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên pola 2,3 û 4 ku ji Mala Zanînê sûdê werdigirin û malbatên wan “Semînera Têkiliya Nav Malbatê” li dar xist.

Mala Zanînê ya bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekar di jiyana xwe ya perwerde û hîndekariyê de bi ser bikevin “Semînera Têkiliya Nav Malbatê” li dar xist. Xwendekarên pola 2,3 û 4 û malbatên wan di semînerê de amade bûn.   

Di semînerê de behsa giringiya têkiliya nav malbatê hate kirin û hate destnîşankirin ka divê zarok çawa bi malbatên xwe re têkiliyê çêkin û malbat çawa têkiliyê bi zarokan re bikin.

Mala Zanînê ya Şaredariya Bajarê Mezin, her hefte, bi sernaveke giring dê ji bo malbat û xwendekaran semînerekê li dar bixe.