Ji Şaredarî û ASELSANê girêbesta hevkariyê

 

Bi merasînmekê, di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Aselsanê de peymana “Hevkarî Bi Boneya Çareseriyên Bajarê Biaqil” hate morkirin. 

ASELSAN şîrketek e hilberandina teknolojiya jîrane di warê jîngeh, veguhastin, rêveberî, ewlehî, tenduristî û erdnîgariyê de xebatan dike, vê şîrketê bi Şaredariya Bajarê Mezin re peymana “Hevkarî Bi Boneya Çareseriyên Bajarê Biaqil” pêk anî. Ev girêbest li otêleka navçeya Peyasê li bajarê Diyarbekirê hate îmzekirin. Ji bo îmzekirinê merasîmeke qerebalix hate lidarxistin. 

Di merasîmê de Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Serokê Desteya Rêveber a ASELSANê Prof. Dr. Haluk Gorgun, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talip Gul, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman, giregirên eskerî û hukmî, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsin Eryilmaz û Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu ligel nûnerên saziyên civaka sîvîl di merasîmê de amade bûn. 

Girêbest ser navê Şaredariyê ji aliyê Walî Guzeloglu û ser navê ASELSANê ji aliyê Gorgun ve hate îmzekirin û di merasîmê de Walî Guzeloglu der barê peymanê û giringiya wê de axaftinek kir. 

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30