Print this page

Şaredarîyê boneya virûsê xebata dezenfektê kir

Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî koronavirûsê (Kovid-19) di serî de li wesayitên komsiwariyê û dibistanan li cîgeyên cemaweriyê lez da xebatên dezenfektekirinê. 

Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî koronavirûsa li sernaserê cîhanê belav bûye, ji bo nehêle zêdetir li nav bajêr berbelav bibe xebata dezenfektekirinê da destpêkirin. Ekîbên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, li cîgeyên cemaweriyê, di wesayitên komsiwariyê de, li otogar û balafirgehan, li mizgeft û dêran, li taksiyên tîcarî, di servîsên xwendekaran de û cihên welatî bi hev re bi kar tînin, dest bi kar û barên dezenfekteyê kir.

Xebatên dezenfektekirinê ewil di otobûsên aydê şaredariyê de hate destpêkirin, xebat bi aveke tekil kîmyayên ti zirara wan ji mirov û xwezayê re nîne tê kirin. Şaredariya Bajarê Mezin otobûsên taybet ên gel, minîbûsan, taksiyên ticarî ku tên Midûrtiya Kargêriya Otobûsan a Şaredariyê dezenfekte dike. Her weha xebatên dezenfektekirinê li dibistan û dêr û mizgeftan jî tê meşandin.