Print this page

Şaredarî xudanî li malbatekê kir

 

Şaredariya Bajarê Mezin, malbata Ayhan Saraçê li navçeya Peyasê karê xurdevaniyê dike û hewl dide pê malbata xwe xuda bike, li mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin bi cih kir û hemû pêdiviyên wan bi cih anîn.   

Ayhan Saraç 46 salî ye, hevsera wî nexweş e û ji bo malbata xwe xudan bike xurdevaniyê dike, ji ber nekarî kirêya xaniyê xwe bike ji xanî hate derxistin û bê xudan hate hiştin. Rewşa malbatê di rojnameyan de bû mijareke giring û li ser vê bi talîmata Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Serokatîya Daîreya Têkiliyên Gel û Çapemeniyê û Serokatîya Xizmetên Civakî ketin nav tevgerê û malbat li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin hate bicihkirin.  

Ji Bankeya Cilan a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin pêdiviya mont, pantor, gomlegê ya kesanên vê malbatê hate razîkirin û malbat li Mêvanxaneyê hate bicihkirin. Ayhan Saraç û malbata xwe dê ji hemû derfetên mêvanxaneyê sûdê werbigirin. Her weha Weqfa Alîkariya Civakî jî yarmetiya neqdî jî bi malbatê re kir.   

Malbata Saraç, di serî de ji ber alîkariya wan spasiya Walî Guzeloglu û rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kir.