Araltekê 10 hezar maske dan şaredariyê...

 

Alî Îhsan Ozdanê xudanê fîrmayê Araltekê ku li Diyarbekirê hilberînê dike, serdana Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu kir û 10 hezar maskeyên bi sîper hîbeyî şaredariyê kirin.  

Fîrmaya Araltek li Diyarbekirê ji bo parastina ji Koronavirûsê (Covîd-19) maskeyan hildiberîne, ji bo vê yekê 10 hezar maskeyên bi sîper hîbeyî şaredariyê kirin. Berpirsyarê fîrmayê Ali İhsan Ozdogan serdana Walî Guzeloglu kir û maske diyarî kirin. Guzeloglu ji serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo hîbekirina maskeyan spasiya Ozdogan kir.