Şaredarî alîkariya pîr û kalan dike

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya YASEDê ku ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve hatiye amadekirin de ji bo welatiyên di ser 65 saliyê de zehmetiyan nebînin xwe digihîne hawara wan û paqijiya xaniyên van welatiyên pîr û kal dike û kêmasiyên malê tînin cih.  

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya YASEDa ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve tê meşandin de xizmetê bo welatiyên di ser 65 salî de dimeşîne. Şaredarî, alîkarîyê bi welatiyên di ser 65 salî ku nikaribin debara xwe bikin û zehmetiyê dikêşin re dike û paqijiya mala wan dike, karûbarên elektrîk, seyisandina taqên xaniyan, û karûbarên çaksaziya wan tîne cih. Ekîbên şaredariyê, dema vî karî dike, ji bo xeterê nexe ser jiyana malîyan giringiyê dide hijyen û xawêniyê.   

Şaredariyê di mehekê de li mala 22 welatiyan çaksaziya elektrîk, seyisandina taqên xanî û karûbarên din pêk anîn û armanc ew e heta dawiya sala 2020ê 220 xaniyên welatiyên destteng ên pîr û kal çaksaziyê lê bike.

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31