Print this page

Şaredarî pêşbirka bi xelat li dar dixe

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan, bi daxwaza Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, Pêşbirka Zanînê ya Online li dar dixe. Mijara pêşbirkê Diyarbekir e.  

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta xebatên çandî û civakî Pêşbirka Zanînê ya Online li dar dixe. Vê pêla ji ber virûsa koronayê (Covid-19) xelk di malê xwe de ye, Şaredarîyê bi talimata Walî u Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu pêşbirka zanînê der barê Diyarbekirê de li dar dixe. Pêşbirk maweya 16ê gulan û 5ê hezîranê wext li xwe digire û mijara pêşbirkê der barê çand, huner, wêje, dîrok, mutbex û xwezaya bajêr de ye.   

Pêşbirka di navbera 16ê gulanê û 5ê hezîranê de bi awayekî Online tê lidarxistin, her şev saet 21:21ê pêşbirk dest pê dike û 21 rojan dê dewam bike, serkeftiyê rojê dê bi tabletekê bête xelatkirin. Di encamê de serkeftiyê pêşbirkê dê bi telefona destan bêt xelatkirin. Ji bo beşdariya pêşbirkê saet 21:21ê de dikarin bikevin malpera www.yarisma.teknorjin.com û tevlê pêşbirkê bibin.