Şaredariyê ji astengdaran re klîb kişand

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran, ji bo Koma Muzîkê ya Bêasteng klîbek kişand. Mebesta klîbê da ku di nav civatê de hişyarî û hestyarî hemberî astengdaran çêbibe. Di klîbê de du stranên gelêrî hene.  

Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran klîbek amade kir. Şaredariyê 2ê kewçêra 2019an Koma Muzîkê ya Bêasteng ku ji beşên cuda cuda yên astengdaran pêk tê anîn cem hev û ev kom damezrand. Niha jî ji bo bala civakê bikêşin ser rewşa astengdaran, klîbek bo du stranan ji vê koma navhatî re çêkir.    

Klîp li ser hesabê YouTube yê Şaredariyê ye

Di klîbê de stranên Çiğdem der ki ben elayım” û “Az kaldı bayram Ola” tên gotin. Ji bo temaşekirina van klîban jî hûn dikarin bibin mêvanê malpera (www.youtube.com/diyarbakirbld).   

Salname Lêgerîn

« Tebax 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31