Print this page

Şaredariyê goristan paqij kirin

 

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolê ya Jîngehê a bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Remezanê di mezel û goristanên Diyarbekirê de xizmeta paqijiyê da destpêkirin.  

Ekîbên bi ser Midûrtiya Paqijiyê a Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolê ya Jîngehê, berî Cejna Remezanê xebatên paqijiyê li goristanên Diyarbekirê pêk anî. Ekîbên şaredariyê xebata paqijiyê li Goristana Yenîkoy, Şehitlik, Deriyê Mêrdînê, Çiftehavuzlar û Alîpinarê kir û paqijiya di Goristana Qedîm a Suryaniyan a li taxa Şehitlikê jî dewam dike.

Ekîbên şaredariyê, giya û pûşikê ser goristanan çinî, gelaşê derdora garistanan berhev kir, hemû rê paqij kirin, gilêş bi traktoran bo qada çopan hate veguhastin û paşê dijî kelmêşan derman li goristanan reşand.