Print this page

Paqijî li kaniya Enzelê hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, hawirdora Kaniya Enzelê ji gend û gilêşan malişt û paqij kir. Ev kaniya dîrokî li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ye.

Melevanên Hawarê û Rizgarkirina Binavê ya bi ser Serokatîya Daîreya Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, ligel ekîbên paqijî û maliştinê yên bi ser Serokatîya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê, tevî peywirdarên DÎSKÎyê, li Kaniya Enzelê ya dîrokî xebata maliştin û paqijkirinê meşand. Ekîbên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, Kanîya Enzelê (Ayn-ê Zûlal) ji kevir, şîşe, parçeyên caman û gend û gilêşê malê paqij kir. Hêjayî gotinê ye ku seyahê navdar Evliya Çelebî di Seyahatnameya xwe de behsa vê kaniyê û ava wê ya zelal dike, Her weha di gelek stranan de behsa ava vê kaniya tarîxî tê kirin.   

Melevanan xwe dahêla bin ava Kaniya Enzelê û kevir, şîşe, parçeyên caman û gend û gilêşê tê de derxist û paşê peywirdarên paqijiyê ew xistin tûr û telîsan û tekirin kamyonên gilêşan. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin, daxuyand ku ji bo Kanîya Enzelê û derobera wê neyê hedimandin, wan tevdîrên pêwist hildane û ew ê parastinê li berhemên qedîm bikin.