Şaredariyê aşê tarîxî girt ber parastinê

 

Şaredariya Bajarê Mezin, aşê dîrokî li nav navçeya Sûrê dikeve nav tixûbên Baxçeyê Millet vala kir û girte ber parastinê.

Serokatiya Daîreya Zabiteyê, aşê tarîxî yê dikeve ber sînorên gundê Şêxnameyan xiste nav milkê Şaredariya Bajarê Mezin û ji bo wek berhemeke tarîxî bête parastin ew tescil kir. Ev aş, di gundê Şêxnameyê di nav tixûbên Baxçeyê Millet de ye û ji aliyê hin kesan ve hatibû desteserkirin. Ekîbên zabiteya şaredariyê ligel ekîbên polîsan aş da valakirin û xiste ber parastinê.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi Midûrtiya Şaxa KUDEBê, Midûrtiya Şaxa Neqşe û Arizîkirinê, Midûrtiya Muzeyan a Diyarbekirê û Midûrtiya Desteya Parastina Heyberên Çandî ya Diyarbekirê re bi hevkarî der barê vî aşî de vekolaneke berfireh pêk anî û ew wek berhemeke tarîxî destbiser kir. Kelûpelê di servegirtina aşî de hatine bidestxistin ji bo parastinê radestî Midûrtiya Muzeyan hate kirin.