Print this page

Şaredarî kursên astengdaran dîsa vedike

 

 

Kurs û atolyeyên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo astengdaran pêk dianîn ji ber peydabûna nexweşiya koronavirûsê rawestiyabûn, niha van kurs û atolyeyan dîsa dest bi perwerdeya telafiyê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li Sumerparkê di bin banê Midûrtiya Şaxa Astengdaran a bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Sosyal de, ji bo hişyarîkirina welatiyên berasteng kurs û atolyeyên pîşeyî û hunerî li dar dixe. Ji ber peydabûna nexweşiya koronayê ev kurs û atolye hatibûn rawestandin.

Kurs û atolye di 16ê adara 2020ê de rawestiyabûn, niha dîsa ji bo perwredeya telafîyê bike, zend û bendên xwe şidandin. Kurs û perwerde bi serperiştiya pisporan tê kirin û di kursê de maske û paqijî di asta herî jor de li ber çavan tê girtin.  

Perwerdeya telafiyê maweyê hefteyekê dê li derve bête kirin û tê de kursa gîtarê, tembûrê, hunerên destî, atoleyên boyax û rengandinê, koroya stranan ji bo astengdaran bêne lidarxistin.