Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya ÎŞKURê bi mebesta tevkariya li jiyar û debara welatiyan ji bo di warên cihê cihê de xebatlkarên pispor bigihîne, ji 1ê tîrmehê pê de ji bo welatiyên 18-40 salî di 12 branşî de kursên perwerdeya pîşeyî li dar dixe.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi sebeba berbelavbûna nexweşiya koronavirûsê (Covîd-19) navber dabû kursên pîşeyî, çawa ku nexweşîya vegir hinekî sist bû şaredariyê jî zend û bendên xwe şidandin û di 12 branşî de kursan vedike. Kurs, dê di bin banê Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî de bêne birêvebirin û ji 1ê tîrmehê pê de dê kurs li kursgehên Sumerparkê bêne pêkanîn.
18-40 salî dikarin beşdarî kursan bibin
Ji bo beşdariya kursan, serlêdan li Sumerparkê divê li Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bêne kirin. Beşdar divê di navbera 18 heta 0 saliyê bin. Kurs di gelek warên pîşeyî li xwe digire û sîgorteya beşdaran bi stû ÎŞKURê ve ye. Di dawiya kursê de beşdarên serkeftî dê sertifikaya bi îmzeya MEBê webigirin.