Şaredarî mehra bûk û zava li derve dibire

 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî ji vir pê de mehra bûk û zava li derveyî hêwanan dibire da ku nexweşiya koronayê li dawetiyan belav nebe.

Wezareta Karûbarên Navxweyî der barê tevdîrên mehrbirîn û dawetan de giştînameyek weşand. Li gorî vê giştînameyê, Şaredariya Bajarê Mezin jî zend û bendên xwe badan û li Sumerparkê mehra bûk û zavayan li derve dibire.

Şaredarî rojê mehra 7 bûk û zava dibire. Bo mehrbirînê tevdîr têne girtin, rûpêç têne belavkirin, karûbarên dezenfektê têne kirin.

Her weha Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dema mehrbirînê Koroya Stranan a Şaredariya Bajarê Mezin jî wezîfedar kir da ku div an demên şa de bûk û zava kêfxweş bibin. Bi vê mebestê, koma şaredariyê stranan di serê bûk û zava re dibêje.

Endamên bûk û zavatiyê ku tên mehrbirînê ji ber vê eleqeya ÅŸaredariyê spasî kirin. Â