Walî Karaloglu: Borsaya Haywanan 6ê Tîrmehê vedibe

 

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên nûvekirin û çaksaziya Şaredariya Bajarê Mezin li Borsaya Heywanan kirî di cihê cih de saxtî kirin û got ku borsaya heywanan 6ê Tîrmehê roja duşembê dîsa dest bi xizmetê dike.  

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, xebatên nûvekirin û çaksaziya Şaredariya Bajarê Mezin li Borsaya Heywanan kirî di cihê cih de saxtî kirin. Karaloglu, der barê xebatan de agahî ji amîrên beşan wergirtin û li borsayê geriya. Di merasîmê de ligel Walî Karaloglu, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan û serekên beşan, Serokê Desteya Rêveber a Norsaya Bazirganiyê Engin Yeşîl, Midûrê Çandiniya Bajêr Ertan Atalar û serekên daîreyan amade bûn. Karaloglu li wê derê bi welatiyan re hevdîtinn kir û guhdan li daxwaz û pirsgirêkên wan kir.

Piştî saxtîkirinan Walî Karaloglu daxuyaniyek da, bi bîr xist ku ji ber rûdana nexweşiya koronayê li Tirkiyeyê borsayên heywanan hatibûn girtin û weha got: “Ji ber Covîtê şaredariya bajarê mezin navber dabû xebatên borsaya heywanan a bajêr. Ji ber vê yekê me ev navber wek delîve bi kar anî û kêmasiyên vê saziyê çareser kirin.”

Walî Karaloglu bal kişand ser xebata çaksaziya borsaya heywanan û got ku wan biryar e roja duşemba pêş, 6ê Tîrmehê dîsa dixin ber xizmetê. Karaloglu aşkere kir ku ew ê borsayeke ser 300 donimî li gorî pêdiviyên bajarê Diyarbekirê ava bikin û got ku tunela şûştinê dê li derwazeya saziyê bête dabînkirin. Hemû erebeyên tên vir dê bêne dezenfektekirin.