Diyarbekirê 15ê Tîrmehê bi bîr anî

 

 

Bi boneya salvegera 15ê Tîrmehê li çar dormanên welêt bîranîn hatin lidarxistin û Diyarbekirê jî 15ê Tîrmehê bi bîr anî. Di çarçoveya bîranînê de şehîdên 15ê Tîrmehê li ser mezelên xwe hatin bibîranîn. Bo xatrê ruhê 251 şehîdan li Mizgefta Mezin xetim û mewlûd hatin xwendin û bernameya bîranînê bi sela û kibara di saet 00.13 û 03.08ê de hate xwendin bi dawî hat.

Rêxistina FETO di 15ê Tîrmeha 2016ê de bi şev hewldana rabûnekê kir û bi ser neket, di ser vê rabûnê re çar sal derbas bûne û bi boneya vê hewldana derbeyê 15ê Tîrmehê wek Roja yekgirtina Neteweyî û Demokrasiyê hate ragihandin û her sal ev roj bi merasîman tê bibîranîn.

Di hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de 251 kes hatibûn kuştin. Bi vê boneyê, di salvegara 15ê Tîrmehê de jî merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de mezelên Polîs Halit Gulser û Askerî Çoban hatin ziyaretkirin. Li Mizgefta Mezin, mewlûd hate xwendin. Li Parka 15ê Tîrmehê merasim hate lidarxistin û hingûrê şevê jî kibar û sela hate xwendin.  

 

Salname Lêgerîn

« Tebax 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31