Print this page

Bulvara Doç. Dr. Ahmet Bîlgîn tê nûkirin

 

Bi talîmata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu Bulvara Doç.Dr. Ahmet Bilgin ji serî ta binî tê nûkirin. Bulvara Ahmet Bilgin, li navçeya Baglarê ye û ev demeke dirêj e tu xebatên qîrkirinê li ser nehatine kirin, Şaredarîyê xebata qîrkirin, peyzaj û ronîkirinê li ser vê bulvarê da destpêkirin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu Bulvara Doç.Dr. Ahmet Bilgin ji serî ta binî tê nûkirin. Ev bulvara 750 metir dirêj û 15 metir fireh ev demeke dirêj e tu xebatên çaksaziyê lê nehatine kirin, şaredariyê dest bi xebata çaksaziya vê bulvarê kir.

Ekîbên Şaredariyê serê pêşîn dê xebata asfaltkirinê pê re ya refûjan û peyzajê li ser Bulvara Ahmet Bîlgîn bimeşînin û pê re dê lempeyên kuçeyan ên spehî lê bêne danîn û çaksaziya vê bulvarê bête kirin.