Print this page

Şaredarî berî Cejna Qurbanê malên pîr û kalan paqij dike

 

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta hêsaniyê di jiyana pîr û kalan de çê bike, di çarçoveya ‘Projeya Navenda Kordînasyon û Salmeziniya Çalak’ de ji bo pîr û kal cejneke baş û aram derbas bikin berî Cejna Qurbanê di xaniyên pîr û kalan de xebata paqijiyê pêk tîne.  

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameya YADESê ya Wezareta Malbat û Xizmtên Civakî de bi Projeya Navenda Kordînasyon û Salmeziniya Çalak de di hawara pîr û kalan radibe. Li gorî bernameyê, desteka biyo-psîkolojîk dide pîr û kalan, pêdiviyên wan ên sosyal bi cih tîne û mal û xaniyên wan paqij dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi vê mebestê, berî Cejna Qurbanê, di xanî û malên pîr û kalên pêdivî de xebata maliştin, sehbêrî û paqijiyê da destpêkirin.