Goristan bo cejnê amade ne

Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin berî Cejna Qurbanê di hemû mezel û goristanên bajêr de karûbarê paqijiyê da destpêkirin.

Ekîbên bi ser Midûrtiya Şaxa Paqijiyê a Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin bi boneya Cejnê Qurbanê karûbarê paqijiyê li ser hemû goristan û meqberên bajêr da destpêkirin. Ekîbên Şaredariyê paqijiyê li ser Goristana Yekîkoyê qedand û paqijî li ser goristana Şehîtlik, Mardînkapi, Çiftehavuzlar, Alîpinar û Meqbera Qedîm a Suryaniyan dewam dike. Ekîb, giyayê bejî yê ser mezelan diçine, gilêş û gendê ser mezelan berhev dike, rêyên goristanan tevan paqij dike. Piştî karûbarê paqijiyê ekîbên şaredariyê dê dijî kêz û mêşan li goristanan dermanan bireşîne.    

Li Gêlê Qada Gorên Pêxemberan hat paqijkirin

Ekîbên bi ser Midûrtiya Åžaxa Paqijiyê a Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê ya Åžaredariya Bajarê Mezin, ligel xebata paqijiya ser goristanan, heman wextê li navçeya Gêlê jî Goristana Pêxemberan paqij kir. Ji ber ku di eyd û cejnan de gelek kes serdana goristana pêxemberan dike, ekîbên Åžaredariyê zend û bend ÅŸidandin û meqbera pêxemberan ji gend û gilêşan maliÅŸt.  Â