Print this page

Şaredarî sehbêriya maskeyan dike

 

 

Wezareta Navxweyî ji 81 parêzgehan re giştînameyek der barê kontrol û saxtiyên koronavîrûsê de şand, li ser vê Şaredariya Bajarê Mezin, li acenteyên bîletan ên otobûsan û taksiyan kontrola maskeyan kir.  

Serokatîya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li ser giştînameya Wezareta Navxweyî ya der barê tevdîrên bona koronavîrûsê kete nava tevgerê û li Otogara Diyarbekirê ya Navbajarî kontrola maskeyan kir. Di serî de zabiteyan saxtîya acenteyên bilêtfiroşiyê pêk anî. Ekîbên Zabiteyê, liv ir kontrol kir ka acente çawa tevdîran digirin, maskeyan didin ber rûyê xwe, guhdana navbera fîzîkî dikin û li kargeha xwe astîseptiya destî û lewheyên hişyariya der barê virûsê de bi kar tînin. Pişt re zabiteyan kontrol li otobûsan navbajarî pêk anî. Der barê otobûs û acenteyên guhdana tevdîran nakin de pêkanînên cezayî hatin sepandin.   

Taksiyên bazirganî hatin kontrolkirin

Piştî kontrolên li DÎŞTİyê kontrol li taksiyên tîcarî hate kirin. Ekîbên zabiteyan, seh li taksiyan kir ka guhdana tevdîrên koronavirûsê çiqas dikin û taksiyên van tevdîran pêşel dikin jî hatin hişyarkirin û hinan ji wan pêkanînên cezayî xwarin.

Kontrol dewam dikin

Serokatiya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin bal kişand ku bona parastina tenduristiya gele bajêr ew ê venêrînên bona virûsê bi dijwarî bidomînin.