Xwendekarên Mala Zanînê bajarê xwe nas dikin

 

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên Mala Zanînê di çarçoveya “Bernameyên Havînê” de bi hin kursan bajêr dide naskirin.   

Xwendekarên di Mala Zanînê ya bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya “bernameyên havînê” de beşdarî gelek bernameyan dibin.

Xwendekar, di bin serkêşiya pisporan de li şûnwarên dîrokî û turîstî yên bajêr diğerin û bi vî awayî bajarê xwe çêtir nas dikin.

Gera bo şûnwarên dîrokî bi serperiştiya mamosteyan, li Meydana Deriyê Çiyê dest pê kir û paşê serdana Mizgefta Mezin kirin. Xwendekar, li navçeya Sûra tarîxî li Mizgefta Mezin der barê Saeta Tavê ya El Cezerî de agahî wergirtin. Paşê li Xana Hesenpaşa û muzexaneyên Parka Hz.Silêman gerîyan û der barê tarîxa bajêr de agahî wergirtin.