Zabite rê li firotina bi qaçaxî ya heywanan digire

Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Baglarê, mazata ku bi qaçaxî lê sewalan difiroşin mohr kir û dawî li dagirkirina qada hêşîn girt.  

Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li axa Bagcilar a navçeya Baglarê, qada hêşîn wek mazata bi qaçaxî bi kar dianî. Zabiteyê dest danî ser vê mazatê û mohr kir pê re dawî li dagirkirina qada hêşîn girt.

Ekîbên zabiteyê li Goristana Yenîkoyê qadeke hêşîn wek mazata heywanên qurbanî bi kar dianî. Di encama lêkolînan de hate zanîn ku li vê derê bi qaçaxî heywan tên firotin. Li ser vê, ekîbên zabiteya ÅŸaredariyê, ligel polîsan û ekîbên Midûrtiya Çandiniya Baglarê destwerdana mazatê kir. Â