Bulvara Doç. Dr. Ahmet Bilgin amade dibe

 

 

Bi talîmaya Walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Bulvara Doç.Dr. Ahmet Bilgin ji sertapê tê nûjenkirin. Bulvara ku li Baglarê hezar û 750 metir dirêjiya wê heye û ev demeke dirêj e tu xebat li ser nehatine kirin, peyzaja wê tê nûkirin, zift tê darêtin û ronahîya wê tê tekûzkirin.   

Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, zend û bend badan û dest bi nûjenkirina Bulvara Ahmet Bilgin kir. Xebata nûjenkirinê, bi serperiştiya Serokatiya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirina Rêbiwaran tê meşandin, 4 hezra ton qîra germ li bulvarê hate kirin.

Piştî asfaltkirinê li ser bulvarê dê xebata peyzajê bête meşandin û pê re dê xebata ronahiyê bête biencamdan.

 

Salname Lêgerîn

« Îlon 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30