Mizrakli, beşdarî çalakiya Cejna Zimanê Kurdî bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, li Çand Amed a Navenda Kongreyê bi boneya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî beşdarî çalakiya 'bi çîrokê şano' bû, bi zarokan re hate ba hev û pirtûk diyarî wan kirin.

Bi beşdariya Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli û Hevseroka Yenîşehîrê Belgîn Dîken çalakiya Cejna Zimanê Kurdî li Çand Amed a Navenda Kongreyê hate pîroz kirin. Çalakiya Cejna Zimanê Kurdî bi dîrokçeya geşedana ziman destpê kir û bi çîrokbêjiya çîrokên kurmancî "Qijik û Rovî", bi zazakî"Hamolek" berdewam kir.

 

Lîstika "Sê Ezazek" bal kişand

 

Piştî çîrokbêjiyê Şanoya Bajêr a Amedê 25 deqîqeyan lîstika "Sê Ezazek" leyîst. Sê kesên ji hevûdû cuda ku ji bo rêwîtiyê lêviya erebeyê bûn( Yê berî wî li derve û lafbaz, yê di xwe de û ji axaftinê hez nake û yê hêrsok) çîroka şexsiyeta van her 3 kesan ku ji ber grevê erebeyan kar rawestandine û ew lêviya erebeyêne bi şanogerî hate leyîstin, ji aliyê beşdarvanên zarok û malbatên wan ve bi kêyfxweşî hate temaşe kirin. Lîstika ku karekterên pêşî li hev nedikirin lê paşê bi qedera hevpar her 3 kesan hevkarî kirin bi encam bû, zarokan ji ber performansa lîstikvanan li ser piya ji wan re li çepikan xistin.

 

Di vê helkefta hatî pêkanîn de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli bi kurdî axaftinek kurt kir û spasdariya wan kesan kir ku keda wan di amadekirina çîrokbêjî û lîstika şanoyê pêkanîne de derbas bûye. Mizrakli, anî ziman ku zimanê dayîkê hisyeta mirov e û wekî şîrê dayîka mirov bixwe ye.  

 

Hevserokan pirtûk diyarî zarokan kirin

Di dawiya çalakiyê de hevserok bi zarokan re hatin ba hev, bi boneya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, pirtûka "Taca Dîcleyê Amed" ku serpêhatiya dîroka Amedê vediguhazîne, li ser daxwaziya zarokan ji wan re imze kirin, li ser wan belav kirin û bi wan re wêneyê xwe kişandin. 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31    

HAVA DURUMU

Cloudy

18°C

Diyarbakır

Cloudy

Humidity: 76%

Wind: 4 km/h

  • 24 May 2019

    Mostly Cloudy 33°C 15°C

  • 25 May 2019

    Scattered Thunderstorms 32°C 16°C