Mizrakli, em ê giraniyê bidin xebatên zarokan

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di “Foruma Xebatên Zarokan” de axivî û got, ew ê li bajêr giraniyê bidine xebatên bo zarokan.

Di çarçoveya “Şahiya Zarokan a Sûrê” de ku Şaredariya Bajarê Mezin jî beşdarek wê ye, “Foruma Xebatên Zarokan” hate pêkanîn. Forum li Navenda Çand û Kongreyan li dar ket û Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli, parlamenter Salîha Aydenîz, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û nûnerên gelek saziyên bajêr di formê de amade bûn.   

Forum, bi nîşandana enstanteyên ji sê rojên Şahiya Zarokan dest pê kir. Piştî wê axaftina vekirinê hate kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dr. Selçûk Mizrakli, bi spasguzariya bo kedkarên mîhrîcanê dest bi axaftina xwe kir û bi bîr xist ku berî 6 mehan wan peymana bajêr daye ber xwe û got ku ew ê bi saziyên civaka sîvîl re bajarekî dostê zarokan ava bikin. Mizrakli bal kişand ku vê projeya bajarê dostê zarokan kelecaneke mezin daye wan û got ku ji bo pêkanîna hin xebatan divê travmayên berê bên çareserkirin û got ku di projeyên wan de bajarên bêasteng, jîngehparêz, dostê jin û zarokan heye. Mizrakli, da zanîn ku Festîvala Zarokan a Sûrê jî ji bo bicihanîna van projeyan pêngavek e û got ku vê kelecan û kêfxweşiyeke mezin bi wan re çêkiriye.   

Heke bo siberojê tiştine bên kirin divê zarok esas bên girtin

Mizrakli bal kişand ser pansaziya peymana bajêr û got ku di wê peymanê de gava plan hatin danîn ji bo zarokan gelek proje nebûn û got ku bi xebatên gel saziyên civaka sîvîl wan ev xebat berfirehtir kirine û keda van saziyan gelek tê de heye. Mizrakli diyar kir ku wek rêveberiyên xwecihî ji bo Amed bibe bajarekî zarokan ew ê ji deskeftiyên îro sûdê werbigirin û got, “Heke dê bo hêviyan û bo siberojê tiştine bêne kirin divê zarok bingeh bêne girtin. Ez sozê didim ku em ê xebatên ser binemayê zarokan li vî bajarî berfirehtir bikin. Di warê jin û zarokan de me heyameke bi arîşe derbas kir. Hê jî bi qismî ew arîşe hene. Hêvîdar im siberojê em van kêşeyan çareser bikin û deng û kenê zarokan tijî bajarê me bibe.”

Divê gundê muzîkê bê avakirin

Perwerdekarê MA Music Centerê Şêrko Kanîwar jî bal kişand ser giringiya festîvalên berê û got ku bi saya wan festîvalan ew fêrî soranî û zazakî jî bûye. Kanîwar got ku divê mîhrîcan di nava çar dîwaran de neyêne hiştin û got ku divê festîvalên gerîde jî bêne lidarxistin. Kanîwar da zanîn ku saziyên civaka sîvîl di warê mîhrîcanan de xwedî ezmûn in û got ku gundê Muzîkê dikare bête avakirin.

Endama ÎHDê Gulesra Gullu jî bi axaftinekê daxwazên zarokan vegotin û Forum bi axaftin û gengeşeyên ser mijarê dewam kir.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30

HAVA DURUMU

Sunny

40°C

Diyarbakır

Sunny

Humidity: 17%

Wind: 8 km/h

  • 27 Jun 2019

    Sunny 41°C 24°C

  • 28 Jun 2019

    Sunny 40°C 23°C