Li Amedê qeydên Fêrgehên Havînê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên 7-14 salî Fêrgehên Spora Havînê bi slogana “Bi Fêrgehên Spora Havînê re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” 1ê Tîrmehê dest pê dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di mehên havînê de ji bo zarokan Fêrgehên Spora Havînê li dar dixe. Fêrgeh bi slogana “Bi Fêrgehên Spora Havînê Re li Bajarê Bîr û Evînê Ji Nû Ve Bihêz Dibin” heta 24ê pûşperê qeydan qebûl dike û qeyd li Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan li Sumerparkê tên pejirandin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mahmut Evinç der barê Fêrgehên Havînê de agahî dan û bal kişand ku fêrgehan de kursên melevanî, tenîsa hewingê, futbol, kişik, qarete, zanist û teknolojî, lîstikên aqil û fahmê, nivîskarî û afirandin, matematîk, xwendina bi lez, xebatên geşt û guzarê û muzîkê hene. Bi giştî di 16 beşan de kurs têne pêkanîn.     

Evinç bi bîr xist ku zarokên keç û kur ên 7-14 salî dê ji van fêrgehan sûdê werbigirin û got ku perwerdeya kursan dê li Sumerparkê, Dezgehên Sporê yên Talaytepeyê, melevangeha li TOKÎya Seyrantepeyê û Mala Zanînê bêne kirin. Evinç aşkere kir ku kurs dê li gorî qerebalixê kom bi kom bêne kirin.  

Evinç da zanîn ku hemû xwendekarên qeyda xwe çêdikin, dê kelûpelê wan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bêpere bê belavkirin û xizmeta servîsa bêpere dê bête kirin û bang li zarokan kir da ku qeyda xwe çêkin.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30

HAVA DURUMU

Sunny

38°C

Diyarbakır

Sunny

Humidity: 21%

Wind: 5 km/h

  • 27 Jun 2019

    Sunny 41°C 24°C

  • 28 Jun 2019

    Sunny 40°C 23°C