Mizrakli: Zarok mîna bafirokan azad in

Mîhrîcana Zarokan a Sûrê bi Şahiya Bafirokan a li Girkê Çilezîzan bi dawî hat, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli got, “Piştî demeke dirêj zarokên Sûrê hatin ba hev. Gotinên xwe gotin, leyîzên xwe lîstin, bi stranan xweşik bûn lê hê bêhtir hêvî mezin kirin û bi dengê bilind stranên xwe gotin.”  

Mîhrîcana Zarokan a Sûrê bi slogana “Werin em zarokan bigihînin tîqetîqa wan” bi sereperiştiya Komela Berî Her tiştî Zarok bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê hate lidarxistin. Festîval bi Şahiya Bafirokan li Girkê Çilezîzan bi dawî hat.  Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Seroka Komela Berî Her Tiştî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun, parlamenter Salîha Aydenîz, nûnerên saziyên piştevanê festîvalê, zarok û malbatên xwe di şahiyê de amade bûn.

Hezar bafirok ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ve hatin amadekirin. Zarokan bafirok berdan ezmanan û dîmenên spehî yên rengoreng çêkirin. Zarokan demeke şa li vir borand. Hevşaredar Mizrakli bi germî hate pêşwazîkirin û bi zarokan re bafirok firandin.   

‘Bila zarok di nav aştiyê de bijîn’

Hevşaredar Mizrakli der barê mîhrîcana ku pênc rojan dewam kir û zarokan gelek çalaki tê de pêk anîn de axivî û got, “Piştî demeke dirêj zarokên Sûrê hatin ba hev. Zarokan gotinên xwe gotin, leyîzên xwe lîstin, bi muzîkên xweşik bûn lê ya giringtir hêviyên xwe mezin kirin, stranên xwe bi dengê bilind strîn. Îro hatin vê derê. Hemû bi qasî bafirokên li ezmanan difirin azad in, hemû ew qasî şa û rûgeş in. Hemû hevalên keda wan di çêkirina vê mîhrîcanê de heye spasiya wan dikim. Bila zarok her dem li dera hêvî, xweşî û silametî û xweşikî heye bijîn, bila di nav aştiyê de bijîn û bila bafirok azad bin.”  

‘Bajêr bi zarokan re siberoja xwe ava dikin’

Mizrakli behsa projeyên Şaredariya Bajarê Mezin bo zarokan kir û got, “Me divê em li vê derê aşkere bikin ku ji bo Amed bibe bajarekî zarokan gelek projeyên me hene. Bila bajêr bi zarokan re siberoja xwe ava bikin. Lewre ji bo li Amedê Meclisa Zarokan bête avakirin û Midûrtiya Şaxa Zarokan bête damezrandin xebatên wan hene. Mebest jê, da ku zarok jî di nav biryaran de hebin.”   

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30

HAVA DURUMU

Sunny

40°C

Diyarbakır

Sunny

Humidity: 17%

Wind: 8 km/h

  • 27 Jun 2019

    Sunny 41°C 24°C

  • 28 Jun 2019

    Sunny 40°C 23°C