Şandeke YEyê serdana Mizrakli kir

Şandeka Yekitiya Navbera Parlamenteran a bi ser Neteweyên Yekbûyî hate Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli re hevdîtinek pêk anî.

Seroka Yekitiya Navbera Parlamenteran a bi ser Neteweyên Yekbûyî Gabriela Cuevas Barron (Meksîka), Endamên Komîteya Pêkanînê ya IPUyê Kazim Celalî (Îran) û Adji Diarra Mergan (Senegal), endamên Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenteran David Carter (Zelandaya Nû) û Nassirou Bako Arifari (Benîn) û Sekreterê Komîteyê Rogier Huizeng hatin Şaredariya Bajarê Mezin û gel Hevşaredar Mizrakli rûniştin. Mizrakli mêvanên xwe li deriyê protokolê pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman.        

Hevşaredar Mizrakli di beşa hevdîtinê ya bo çapemeniyê vekirî de axivî û got ku ew gelekî kêfxweş in ku şandeke bilin dli Amedê pêşwazî dikin. Mizrakli diyar kir ku ev hevdîtin ji bo biratiya cîhanî û pêkvejiyana gelan nimûneyeka baş e û got, “Li Tirkiyeyê û herêma me ku em şandeyên weha pêşwazî dikin em pê serbilind dibin. Hem dê gotinên me hebin, hem em ê guhdarî tiştina bikin û hem jî dê bersivên me bo pirsan hebin. Em pê xweş in ku we li vê derê dibînin. Hûn dîsa ser çavan hatin.”     

Der barê binpêkirina mafên mirovan de gelek gilî hene

Seroka Yekitiya Navbera Parlamenteran a bi ser Neteweyên Yekbûyî Gabriela Cuevas Barron piştî Mizrakli axivî û got, “Zêde wexta me nîn e hemû hevalên me pirsan bikin. liv ê derê gelek gilî der barê binpêkirina mafên mirovan de hene. Tirkiye yek ji wan welatê sereke ye ku gelek gilî der barê wê de tên kirin. Gelek gilî bo me hatin kirin. Xwendina ji kaxizê cuda ye, ku mirov bi çavên xwe dibîne cudatir e.” Cuevas Barron aşkere kir ku ji bo vekolînan ew hatine Enqereyê, îro jî hatine Amedê, sibê jî diçine Stenbolê û got ku ew ê bi partî û saziyên civaka sîvîl re hevdîtinên xwe bidomînin.       

Mirzakli, ligel pirtûkên şûnwarên dîrokî û turîstîk ên bajêr heyî ligel tabloyek li ser seramîkê ku figûrên Amedê hene diyarî mêvanan kirin.

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30

HAVA DURUMU

Sunny

40°C

Diyarbakır

Sunny

Humidity: 17%

Wind: 8 km/h

  • 27 Jun 2019

    Sunny 41°C 24°C

  • 28 Jun 2019

    Sunny 40°C 23°C