22 hezar û 97 kesî ji kampanyaya DÎSKÎ'yê sûd girt

 

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ), li gorî qanûna hejmar 7256’ê deynê avê dabîn kir û 22 hezar û 97 kesî ji vê kampanyayê sûd wergirt.

Kampanyaya dabînkirina deynê ya DÎSKÎ’yê 30’ê îlonê bi dawî hat û bi gelemperî 26 milyon û 155 hezar û 680 lîre hate dabînkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 16 milyon û 195 lîre ji aliyê aboneyan ve hate razandin û 10 milyon û 142 hezar û 385 lîre jî hate dabeşkirin.

Dahata vê dê ji bo projeyan bi kar bê

DÎSKÎ, 26 milyon û 155 hezar û 680 lîreyê ji kampanyayê hatiye bidestxistin dê ji bo welatiyan wek xizmeteke bi qelîte bête bikaranîn û ji bo karê avê û binesaziyê bête terxankirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, diyar kir ku ew saziyeke xizmetguzariyê ne û li dû kara xwe nîn in.