Şandeyek ermen serdana Mizrakli kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, şandek parlamenter û karsazên Ermen kirin mêvan û got, “Ji îro bo siberojê em hemî nêkîktêdayîneka li ser binemayê aştî û pêkvejiyanê, bo hemû gel û baweriyan bi heman nêzikbûnê didin ber xwe û wisa dimeşin.”

Şandeya ermenan ku ji parlamentere berê Aragast Akhoyan û karsazên ermen Gagik Ayvazhan, Hambursum Hambursumyan, Arkadi Tomasyan û Khacik Chalikyan pêk tê, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir. Mizrakli kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî û spasiya mêvanan kir.

Mizrakli bal kişand ku muzîk û fîlmên ermenan gelek nêzî yên kurdan in û got, “Kurd, Ermen û Tirk li ser heman erdê jiyane, dengê heman axê seh kiriye û heta demekê vê pêkvejîyanê rengê xwe daye jiyana wan û heta astekê çandeke hevbeş çêbûye.” Mizrakli, kuştina hrant Dînk bi bîr anî û got ku di cenazeyê Hrant de her kes mil bi mil bû. Hevşaredar bi bîr xist ku wî bi destê xwe ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ daye hevjîna Hrank Rakel Dînkê û got, “Li vê derê, ji bo me hemûyan a giring ew e, em çawa ku bi êşên raboriyê re hevrû bibin heman wext hêviya siberojê jî bi hev re xwedan bikin. Ji îro ve bo siberojê divê em li ser binemayeke aştî û pêkvejiyanê, nêzikbûna bo hemû gel û baweriyan di astekê de bidin ber xwe. Êş û kulên we dê bibin êş û kulên me hemûyan, her weha şadî û nextewariya we jî dê bibe ya me hemûyan. Aram Tîgran stranbêjekî ermen lê ji me kurdan xweştir stranên kurdî digotin û di dilê me de cihê xwe çêkir. Di bin erdê de deyneke me bo wî heye.”   

Hevşaredar Mizrakli, pirtûka der barê hunermend Aram Tîgran de ligel seramîkeke bi wêneyê ‘Jina Kurd’ diyarî şanda Ermen kir.

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31