Komelên astengdaran serdana Mizrakli kir

 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, bi nûnerên komelên astengdaran li Amedê re hevdîtinek pêk anî.  

Seroka Komela Astengdarên Zîhnî Guler Înal, Serokê Komela Korên Şeş Bendî Akif Karataş, Serokê Komela Klûba Sporê ya Ciwanan a Astengdarên Bedenî ya Hêvî Heye Levent Baykara, Serokê Komela Klûba Sporê ya Ciwanan a Astengdarên Bedenî Erol Taş, Serokê Klûba Sporê ya Astengdarên Ortopedîk Nizamettin Karaçam, Seroka Klûba Sporê ya Astengdarên Dîtinê Yeşîm Erman û Serokê Komela Astengdarên Bihîstinê Îslamhan Bayhan serdana Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de pirsgirêkên astengdaran hatin nirxandin û bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.    

Li ser navê şandeyê Serokê Komela Korên Şeş Bendî Akif Karataş axivî û pirsgirêkên astengdar li bajêr rûbirû dibin ji Hevşaredar Mizrakli re behs kirin. Mizrakli jî diyar kir ku ev ji bo bajarekî bêasteng çêbe dixebitin û got ku wan daxwazên astengdaran bo çareserkirinê derxistine pêş. Mizrakli behsa plansaziyên bo çareserkirina pirsgirêkên astengdaran kir û got ku ji bo bajarek^ş bêasteng peyda bibe divê her kes çi bikeve ser milan pêk bîne. Mizrakli aşkere kir ku rêveberiyên xwecihî bo çareserkirina van pirsgirêkan dê xebatên xwe bidomînin.

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31