Plansazîya Stratejîk a 2020-2024ê amade dibe

 

 

Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli di Civîna Plansaziya Stratejîk a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya 2020-2024ê de got, “Bajêr, divê bibe bajarekî xwedî giyan. Divê dîwarên wî ji we re biaxivin, kuçeyên wî hin tiştan ji we re bibêjin, divê çîrokek wî hebe. Ji ber wê yekê Amed, bajarê bîr û evînê ye. Em evîndarê siberojê ne, em ji raboriya xwe sil nîn in. Divê em vîzyona siberoja xwe li ser vê binemayê ava bikin.”    

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi Plansaziya Stratejîk ya 2020-2024ê kir. Xebatên amadekariyê li Salona Perwerdeyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin, Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli, aîkarên sekreterê giştî, kordînatorê Plansaziya Stratejîk Ekrem Yeşîl, Beşa Pêşxistina Stratejîyan û rayedarên UNICEFê tê de amade bûn. Di civînê de, danasîna Bernameya Wext û Amadekariyên Plasaziya Stratejîk hate kirin, der barê Hevparên Derekî yên Plansaziya Stratejîk de û Projeya Bajarên Dostên Zarokan a UNICEFê de agahdarî hatin pêşkêşkirin.     

Hevşaredar Mizrakli di Civîna Plansaziya Stratejîk de axivî û got, “Saziyên cemaweriyê dema bo siberoja xwe plansaziyan datînin, li gorî dahata xwe gava xwe diavêjin. Lê belê rêveberiyên xwecihî gava dê plansaziyekê bidin ber xwe barekî giran dikeve ser pişta wan. Erbabê siyasî gelek diaxive û gava dibêje jî bêyî plansazî dikare gelek gotin û qewlên mezin jî bide ber xwe. Lê em nikarin tiştekî wisa bikin. Em li gorî zerengiya xwe gava xwe diavêjin, berheviya heyî didin ber çavên xwe û em li gelek pîvanan dinêrin û li gorî hindê nirxandina xwe dikin. Em, ev ên li vî bajarî dijîn em ê xeyalên xwe yên bo siberojê li gorî daneyên madî û berheviya xwe ya berê li gorî zerengî û kapasîteya xwe biwênin û li gorî wê gava xwe bidin pêş.”  

‘Bi çavê jinê ev bajêr çawa xuya dike’

Hevşaredar Mizrakli, diyar kir ku dema plansazî tê kirin divê li pêşerojê bifikirin û got ku plansaziyêtê danîn divê ne tenê bo 5 salên pêşiya me, herî kêm divê bo 25 salên pêşiya me bê danîn. Mizrakli weha axivî: “Jinek li vî bajarî çawa çawa dibîne û çend rehet his dike? Bi aqilê jinekê, bi wijdana jinane  û bi nêzikbûna jinane ji rêwbaran bigire heta balexane û xanîyan bi çavê jinekê ev bajar çawa xuya dike? Ez feqîrê vî bajarî me. Ka bifikirin, feqîrek me, xizanek me li vî bajarî ji bo xwe jiyaneke çawa hizir dike? Ez astengdar im. Çavên min nabînin, guhên min nabihîzin. Ez li vî bajarî çend rehet im, ev bajêr ji bo min çiqas bajarekî bêasteng, bê kêşe ye. Hema em ji kîjan awayî lê binêrin bila binêrin rastiya meseleyê ew e divê em hemû xwe bidin ber vî barî û bi çavê siberojeke çawa lê binêrin. Divê plasaziya me ya stratejik bi ser vê hîmê be û van kêşeyan hemûyan pê bi pê çareser bike, divê em xwedan vîzyoneke wisa bin.”        

Em evîndarê siberojê ne, em ji robariyê sil nîn in’

Hevşaredar Mizrakli bal kişand ku dema plasaziya stratejik tê amadekirin ew li ser pirsa bajarekî çawa xwe didin rê û got, “Bajêr, divê bajarekî xwedan giyan be. Divê dîwarên wî gel we biaxivin. Divê kuçeyên wî tiştina ji we re vebêjin, divê çîrokeke wî bajarî hebe. Ji ber vê yekê me got, Amed, bajarê bîr û evînê. Em dildarê siberoja xwe ne, em gel raboriya xwe jî şil nîn in. Divê em vîzyoneke siberojê li ser vî qewlî ji bajêr re deynin. Ez wek kesek li vî bajarî, di serî de di kerta tenduristiyê de ez dixwazim xizmeteke baş hebe. Zarok, tovê siberoja me ne, lewre jî ew çiqas bikaribe li vî bajarî bistire û tê de xwedan bibe siberoja me dê hin baştir be. Ez dibêjim, divê Amedek bikaribe li zarokan binêre, ji zarokan hez bike, zarokan xwedan bike, zarokan hest bike û bo hemû hêvî û miradên zarokan bibe ronahî.”   

Plansaziya Stratejîk dê Forumên muxtaran li dar bixe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi pîvanên rêbazên tevlêker dê amadekirina plasaziya stratejîk dewam bike û bi vê boneya bi beşdariya hemû muxtarên li 17 navçeyan dê Foruman li dar bixe. Foruma ewil dê 13ê tîrmehê li Navenda Çandê û Kongreyan bi beşdariya muxtarên navçeya Sûr, Baglar, Yenîşehîr û Peyasê dest pê bike û 31ê tîrmehê roja çarşemê  jî biqede.  

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31