Hevşaredar Mizrakli: Bijartî hember vebijêrên xwe berpirsyar in

 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Herêma Pîşesaziya Bi Organîze, Borsaya Bazirganiyê û Yekîtiya Odeyên Sanatkar û Esnafan kir û beşdarî şêwra Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê bû.  

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Serokê Desteya Rêveber a OSBê Aziz Odabaşi, Serokê DTBê Engin Yeşil û Serokê DESOBê Alican Ebedinoglu kir. Di şêwra ji aliyê OSBê ve hate lidarxistin de, xebatên OSB, DTB û DESOBê hatin nirxandin. Di kombûnê de Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemir û Hevşaredarê Yenîşehrê Mehmet Deviren amade bûn.  

Hevşaredar Mizrakli ewil serdana OSBê kir û ji aliyê Serokê Desteya Rêveber a OSBê Aziz Odabaşi ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar û kesên pê re derbasî salona civînan bûn û der barê xebatên OSBê de agahî ji rayedaran wergirtin. Endamên desteya rêveber a OSBê der barê xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin hevparê wan e de agahî dan û bi Mizrakli re şêwirîn.  

‘Em ê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin’

Hevşaredar Mizrakli bi bîr xist ku berê jî bo çareserkirina pirsgirêkên bajêr ew hatine cem hev û got ku kesên hilbijartî li hember kesên ew hilbijartine berpirsyariyên wan hene. Di civîn û serdanan de hate bibîrxistin ku Konseya Bajêr ji nû ve çalak dibe û bo şêwir û çareserkirina pirsgirêkên Amedê ew ê bi hev re, bi van saziyên civaka sîvîl re di her astê de bixebitin. Bi taybetî Mizrakli aşkere kir ku ew bi şiara Amed Bajarê Bîr û Evînê ye, dest bi xebata xwe dikin û got ku ew ê hemû pêkhateyênm bajêr, her weha hemû çîn û beşên civakê û saziyan di mekanizmaya biryargirtin û xebatê de beşdar bikin.

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31