Walî Alî Îhsan Su, serdana mêvanxaneya keçikan kir

 

Walîyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su û hevjîna xwe Zelîha Sû, li Mêvanxaneya Keçikan a Şaredariya Bajarê Mezin xwendekar ziyaret kirin.

Walî Alî Îhsan Su û hevjîna wî Zelîha Su bi xwendekaran re hatin cem hev. Di serdana li Mêvanxaneya Keçikan de Walî Su bi bîr xist ku wan ji bo zarokên keç ên li gundan di perwerdehiyê de zehmetiyan dikişînin da ku xwe ji zanîngehê amade bikin, ev mêvanxane daniye.

Piştî xwarinê Walî Su û hevjîna xwe bi xwendekarên ku li mêvanxaneyê dimînin re sohbet kir, ji xwendekaran re serkeftin xwest û pirtûk diyarî wan kirin, bi telefonê bi malbatên 2 xwendekarên keç re axivîn.

Di serdana Walî Su de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, Alîkarê Sekreterê Giştî Veysel Kizilay û Serokê Daîreya Ciwanî û Sporê Omer Bugday jî amade bûn.